Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Bajarê Baltimore Îro Çarşemê Aram e


Piştî bûyerên şeva Duşemê rewşa bajarê Baltimore îro Çarşemê bajêr aram e. Xwendingeh vebûn, otobus dest bi seferên xwe kirin û îyan dizivire asta normal.

Orkestraya Senfonî ya Baltimore jibo gel konserteke derve pêşkêş kir û hemwelatî jî kûç û kolanên bajêr paqij kirin.

Tevî ku alîgir nebin jî, tîma Baltimore ya beyzbolê, Orioles îro bi hevrika xwe Chicago White Sox dilîze û bajêr hewil dide rojên tarî li paş xwe bihêle.

Fermandarê Maryland Larry Hogan jî ragihand ku bajar êdî ewle ye, lê wî zelal nekir ku qedexeya derve di dema şevê de, ku do destpê bûbû, wê kengê bê rakirin.

Rêvebirê polîsan Anthony Batts ji nûçegîhanan re gotibû ku qedexa derketinê bi rastî karîger e û tiştê herî girîng ewlehîya hemwelatîyan û aramîya bajêr.

Wî geşbînîya xwe dîyar kiribû ku rewş wiha aram bimîne. Batts ragihandibû ku piştî destpêbûna qedexa derketina kolanan, bi giştî 10 kes hatin girtin.

Roja Duşemê alozî û tevlihevî li Baltimore derketibûn, piştî ku merasîma oxirkirina Freddie Gray yê 25 salî ku dema bin çavdêrîya polîsan de miribû.

Girseyên hêrsbûyî herikîbûn kolanan û gelek avahî, dîkan û otomobobîl dabûn ber êgir bi sedema ku polîsên spî tundî li hember reşan dimeşînin û wan dikin armanc.

Xwenîşandêr bi gelek dîkan talan kiribûn û bi dehan avahî, otomobîl dabûn ber êgir û bi kevir, şîşeyên avê û tiştên din êrîşî polîsan kiribûn.

XS
SM
MD
LG