Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanter Baluken: Hikûmet bi Kêşeya Navxweyî Dixwaze Ser Hin Tiştan Bigire


Piştevanên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) di kongreya partîya xwe de, rengên kesk û sor û zer bilind dikin. Enqere, Îlon, 4, 2011
Piştevanên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) di kongreya partîya xwe de, rengên kesk û sor û zer bilind dikin. Enqere, Îlon, 4, 2011
Piştî ku hevdîtinên dewletê bi Serokê Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) Abdullah Ocalan re destpê kir, navê parlamenterên BDP’ê yên ku herin Îmrali’yê wek kêşeyek derket holê.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir, parlamenterên ku li Şemzînanê serhildayên PKK’ê hembêz kiribûn, nikarin herin Îmrali’yê.

Ji alîyê din ve, navê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Cîgira Seroka Gruba BDP’ê Pervîn Buldan wek şandeya nû Îmrali’yê tên destnîşan kirin.

Parlamentera Îdir’ê Pervîn Buldan ji Dengê Amerîka re got, “Li gorî nûçeyan, navê hevserokên partîyê û cigirên gruba BDP’ê derdive pêş, lê hê jî, ji Wezareta Dadê bi fermî ti agahîyek nedaye me. Lom jî navên hevalên me ku dê herin ne dîyar e. Em jî li bendê ne.”

Cîgirê Serokê Gruba BDP’ê İdrîs Baluken jî got “ Em nîqaşên li ser navan tê kirin, qebûl nakin jiber ku di nav parlemnterê me de firq tune ye . Jibo temsîlîyeta partîyê, me navên hevserokan destnîşan kir.

Baluken îdîa kir ku hikûmet û serokwezîr bi kêşeya navxweyî dixwazin ser hin tiştan bigirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG