Balyozê Amerîka yê li Tirkîyê Francis J. Ricciardone, bi daxuyanîyên xwe yên dawî karbidestên Tirkîyê gelek eciz kir.
Birêz Ricciardone rexneyên tund li sîstema dadwerîya Tirkîyê kiribûn ku gelek parlamenter û serbazên leşkerî jibo demeke dirêj li zindanê têne girtin.
Balyozê Amerîka gotibû, pir dijwar e ku dadgehên Amerîkî û Ewropî kiryarên wiha bi hêsanî bikin.
Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî de, nivîskar û qunciknivîsê malpera www.ilkehaber.com Fehîm Işik vê mijarê şîrove dike.
Birêz Işik dibêje, daxuyanîya balyozê Amerîkî girîng e û sîyaseta Washingtonê temsîl dike. Lê, ew çaverê nake ku di peywendîyên navbera her du welatan de guherînek pêk were.
Hevpeyvîn_Fehîm_Işik_RR