Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Taylandî di Mala Bergumana Êrîşa Bangkok de Alavên Bombeçekirina Dîtin


Polîsên Taylandî ku vekolîna bombekirina perestgeha Bangkokê dikin, îro Duşemê radigihînin ku wan li maleke bergumanan alavên bombeçêkirina dîtine.

Rêvebirê giştî yê polîsan Prawuth Thavornsiri îro Duşemê dibêje, wan zibilên çandinîyê, demjimêra dîjîtal û barut jî dîtin ku pir caran bo çekirina bombeyan tên xebatandin.

Thavornsiri got, kesek li mala xwe tiştên wiha venaşere, eger armanca wan ne çêkirina bombeyan be.

Polîs roja Şemîyê bergumanekî Tirk binçav kiribû, lê dû re hate ragihandin ku pasapoprta wî kesî sexte ye.

Di êrîşa bombeyî de li hember perestgeha Budîstan 20 kes li payaxt Bangkok hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG