Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî Serdana Rûsyayê Didomîne


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî di serdaneke fermî de li Rûsya ye û hevdîtinên xwe bi karbidestên wî welatî re didomîne.

Birêz Barzanî îro bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re kom bû. Heta niha ti gurgilîya wê hevdîtinê kifş nebû.

Lê, pisporê sîyasî Yûra Nebîev ku li Moskowê dijî, agahîyên berfireh li ser vê serdanê dide.

Birêz Nebîev ku di heman demê de sernivîskarê malpera www.kurdistan.ru ye dibêje, ev serdana lapa bilind nîşan dide ku Kurd xwedî girîngîyeke pir mezin in û Moskow jî vê yekê baş dibîne.

"Bi serdana kekê Mesud em şaverê dikin ku peywendîyên sîyasî, aborî û û civakî yên navbera Rûsya û Kurdan hîn jî baştor be."

Yûra Nebîev herwiha dide zanîn ku Serokê Herêmê Barzanî serdana mala ku bavê wî Mele Mustafa Barzanî lê maye kirîye û tev li merasîma bîranînê bûye.












Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link

Foto: Malpera www.http://kurdistan.ru
XS
SM
MD
LG