Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê Hewil Dide Kêşeya Seroktîyê Çareser Bike


Ajansa AFP dibêje, bi dawîbûna dema dirêjkirî ya Serokê Herêma Kurdistana Îraqê, Mesûd Barzanî valahîyeke desthilatî li herêmê peyda bûye.

Ajansa Fransî radigihîne ku partîyên sîyasî hîn jî hewil didin ku vê kêşeyê çareser bikin.

Endamê parlemana Herêma Kurdistana Îraqê ji lîsta Goran, Berzo Mecîd dibêje, hêrêm ketiye valahîyeke qanûnî ya desthilatê sîyasî û dive em demûdest vê arîşeyê çareser bikin.

“Eger ku partîyên sîyasî nikarin li ser çaresrerîyekê li hev bikin, hîngê dive serokê parlemanê erkê serok, bo du mehan, anku heta pêkanîna hilbijartinan wergire," Mecîd got.

Partîya Demoqrata Kurdistanê (PDK) ya Mesûd Barzani dijî wê pêşnîyarê derdikeve û hewlên xwe didomîne ku birêz Barzanî careke din bibe serok.

Hêjayî gotinê ye, Mesûd Barzanî yê 69 salî, damezrenêrê PDKê ye û ji 10 salan vir ve – du car bi hilbijrtinê û carek jî bi dirêjkirina qanûnî- seroktîya herêmê dikir.

XS
SM
MD
LG