Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baydemîr Bang li Obama Dike ku di Çareserkirina Greva Birçîbûna de Roleke Xurt Bilîze


Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydamîr di civîneke girseyî de xwane dibe
Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydamîr di civîneke girseyî de xwane dibe
Şaredarê Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê Osman Baydemîr, di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de bang li Serokê Amerîka Barack Obama dike ku di dawîanîna greva birçîbûna de roleke bi bandor bilîze.

Birêz Baydemîr dibêje, “Di dîroka mirvahîyê de, li cîhanê jibo ti tiştekî deh hezar kes bi hevdû re neketine greva birçibûnê û rojîya mirinê. Jibo wê yekê, ez hêvî dikim ku birêz Obama jî wekî herkesê ku mafên mirovan diparêze, aştîyê diparêze ku bang bike ku daxwazîya wan girtîyên qerin webul kirin û kesek nemire û rêya danûstandinê were vekirin.”

Osman Baydemîr herwiha dibêje, “Dema birêz Obama wekî Amerîkîyekî Reş bû serokê wî welatî, li hemî cîhanê kêfxweşî pêk hat. Birastî Amerîkîyên Reş pir zehmetî dîtin. Divê, hemî cîhan bizane ku û Kurd jî vê gavê Reşikên Tirkîyê ne û sed sela berî çi li serê Reşikan hat, vê gavê heman tişt tên serê Kurdan.

Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr bi berdewamî dîyar dike ku hîn jî Kurd nikarin bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde bikin, hîn jî Kurd nikarin navê axa xwe Kurdistan bi serfirazî bînin zimên, hîn jî Kurd li axa xwe ne xwedîyê çanda xwe, zikanê xwe û nasnameya xwe ne.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG