Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Salîya Weqfa Beşîkcî û 76 Salîya Dr. Beşîkcî Hate Pîrozkirin


Bi minasebeta salvegera 3’yan ya damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkcî û rojbûna 76 salîya Dr. Beşîkcî li Stenbolê şevek hate sazkirin.

Di şeva pîrozbahîyê de ku gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamevan lê beşdarî kirin, li ser xebatên 3 salan yên weqfê agahî hatin parve kirin.

Di şeva ku bi stranên hunermendên Kurd, Mihemedê Serhedî û Sebahattîn Yildiz birêve çû de, pêşengeha resman ya nivîskar û şêwekarê Kurd Riza Topal ya bi navê ‘Di Wêneyan de Şîn jî heye şahî jî’ hate vekirin.

Serokê Weqfa Beşîkcî Îbrahîm Gurbuz, di axaftina destpêkê de bal kişand ser ku armanca xebatên wan avakirina hişmendîya welatbûn û netewebûna Kurdan e.

“Girêdaneke Weqfa Beşîkcî bi ti nêrîneke sîyasî ve nîne. Weqf di xizmeta hemû Kurdan de ye. Jibo hemû derdorên sîyasî yên Kurd û Tirk li ser bingeha zanist û çanda Kurdî projeyan amade dike.”

Wî agahî da ku wê Weqfa Beşîkcî tenê li 3 navendên Amed, Hewlêr û Stenbolê kar bike û li demeke nêz jî Navenda Weqfa Beşîkcî ya li Hewlêrê tê vekirin.

Rêvebirê Weqfê Ahmet Onal jî li ser xebatên 3 salan yên weqfê agahî dan.

“Mamoste Beşîkcî remza rewşenbîrîyê ye. Ne bi sîyaset, lê bi zanistê xebatê dike. Weqfa me jî bi helwesteke zanistî û rasteqînî karê xwe dimeşîne.”

Hêjayî gotinê ye Dr. Îsmaîl Beşîkcî jî di axaftina xwe ya vê şeva taybet de, spasîya xwe li beşdaran kir.

XS
SM
MD
LG