Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kamerun 2 Jinên Xwekuj Êrîşî Migeftekê Kirin, 10 Kes Kuştin


Ji Yaounde hat ragihandin ku, li herêma bakurê Kamerun ku hevsînore li gel Nîjerya roja Çarşemê 2 jinên xwekuj êrîşî mizgeftekê kirin di encam de 10 kes hatin kuştin.

Midjiyawa Bakari hakimê herêma bakur ya Kamerun Çarşemê xuya kir ku êrîş li bajarokê Kolofata yê liser sinorê Nîjerya pêk hatiye.

Bakarî dîsan dibêje tê guman kirin ku xwekuj, ji Nîjerya hatine, rêxistina Boko Haram li heman herêmê pir caran êrîşên çekdarî encam dane.

Kamerun yek ji 5 welatên Afrîka ye, yên ku, hêzeke hevpar li dij Boko Haram avakirin û dixwazin vê rêxistina tundrê jinav bibin.

Boko Haram weke şaxekî DAIŞê li Afrika xwe daye naskirin, heya niha êrîşên çekdarên wan li herêmê bûne sedema kuştina bi hezaran kesan.

XS
SM
MD
LG