Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boko Haram 11 Endamên Xwe yên Berê Kuştin


Di vê fotoya arşîvê de endamên berê yên Boko Haram li pêş leşkerên Çadî
Di vê fotoya arşîvê de endamên berê yên Boko Haram li pêş leşkerên Çadî

Dîdevan li Nîjerya dibêjin, mîlîtanên Boko Haram 11 endamên xwe kuştin, bi sedema ku wan xwestiye wê koma tundrê biterkînin.

Rûniştvanên bajarokê Miringa ya herêma Borno dibêjin, çekdarên Boko Haram berî sibeh ketin nav bajarok û mal bi mal li endamên revok gerîyan.

Dîdevanekî bi navê Muhammed Kimba ji medya re got ku wan termên 11 kes dîtine. Kimba da zanîn ku ew kesên kuştî berî demeke kin giheştibûn Miringa û xelkê bajêr guman dikir ku ew endamên Boko Haram in.

Rojnameya Nîjeryayî This Day ragihand ku 11 mîlîtan bi jêkirina qirikên xwe hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG