Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Boko Haram de Herî Kêm 45 Kes li Nîjerya Hatin Kuştin


Piştî êrîşên Boko Haram, gundî li xanîyên wêranbûyî dinêrin (Arşîv)
Piştî êrîşên Boko Haram, gundî li xanîyên wêranbûyî dinêrin (Arşîv)

Çekdarên berguman yên Boko Haram, di xeleka herî dawî ya êrîşên dawî de, herî kêm 45 kes li bakurê rojhilata Nîjerya kuştin.

Dîdevan dibêjin ku çekdaran êvara Duşemê avêtin ser bajarokê Mainok û bi kêmî ve 30 kes kuştin û xanîyên wan dan ber êgir.

Derengîya Sêşemê jî, jimareke çekdaran êrîşî gundê Warsala kirin û li gor şahidan, 15 gundî kuştin.

Rûniştvanekî xwecihî yê bi navê Hamza Baba ji Dengê Amerîka re got ku îro Çarşemê bi hezaran kes ji herêmê direvin.

Êrîş di vê demê de tên ku Serok Muhammadu Buhari, bi armanca qedandina xirabkarîya Boko Haram, hemî qumandarên artêşê guhertin.

XS
SM
MD
LG