Nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (KNC) li Tirkîyê Dr. Behzat Brahîm dibêje, ger çareserîyeke sîyasî çênebe wê şerê li Sûrîyê bi deh salan jî berdewam bike ku ev jî ti encamekê nade.
Di demeke de ku hewildanên navnetewî jibo dawîanîna krîza Sûrîyê berdewam in, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsîya Sergey Lavrov qayil bûn ku konferanseke navnetewî li bajarê Swîsre Cenevre’yê bicive.
Opozîsyona Sûrîyê jî 23’yê Gulanê li Stenbolê hem jibo serokê xwe jinûve hilbijêrê, hem jî bi mebesta biryara beşdarbûna vê konferansê bide kom dibe.
Nûnerê KNC li Tirkîyê û nûnerê Partîya Demokrata Pêşverû ya Kurd Dr. Behzat Brahîm, ji Dengê Amerîka re li ser mijarên girîng peyîvî.
Brahîm dibêje, wê Hevalbendîya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşger û Heyeta Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê li civîna Stenbolê biryara çûyîna konferansê bidin. Ew dide zanîn, jibo seroktîya hevalbendîyê navê George Sabra derdikeve pêş.
Sîyasetvanê Kurd opozîsyona Sûrîyê jî rexne dike ku ji destpêkê vir ve, şûna ku danûstandinên sîyasî xurt bike, tenê şerê çekdarîya dijî rejîmê kirîye.