Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brezîkî Vekolîna Ser Şewatê Didomînin


Polîsên bajarê Santa Maria li Brezîlyayê rê dane hinek dîdevanên bûyera agirpêketinê ku derbazî nav cîhê şewatê li klubekê bibin.

Mebest ew e ku dîdevan alîkarîyê bidin vekolêran ku sedemên şewata roja Yekşema borî bizanin ku tê de 235 hatin kuştin.

Piştî ku vekolîn li deverê hatin kirin, polîsan piştrast kirin ku lîstokên agir sedema şewatê bûn.

Pispor dibêjin ku endamekî komeke muzîkê lîstokeke agir avêtîye ezmana klubê û di encamê de agir bi hemû avahîyê ketiye.

Polîs dibêjin ku ronahîya awarte tune bû, agirkuja bi tenê ku peyda dibû kar nedikir û dergehê tenê jî asêkirî bû.

Dema ku agir pê ketibû, klub bi gelek kesan dagirtibû. Gelek kesên ku dixwest birevin, jiber kişandina dûmanê fetisîbûn yan jî têk çûbûn berî ku dergeh bibînin.

Di bûyera şewatê de, bêtirî 100 kesan birîndar bûn. Karbidestên saxlemîyê dibêjin, rewşa bi dehan ji wan xirab e.

Bi alîyekî din ve, polîsan 2 xwedîyên klubê û 2 endamên koma muzîkê binçav kirine.
Polîs dibêjin, yek ji xwendîyên klubê hewil dabû xwe di zindanê de daliqîne lê di hewla xwe de ser neketibû.
XS
SM
MD
LG