Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Firokevanên Me li Sûrîyê Dijî DAIŞ Êrîşên Esmanî Pêk Anîn


Wezareta Berevanî ya Britanî îro Înê ragihand ku firokevanên wê di êrîşên esmanî yên Amerîkî û Kanadî yê dijî DAIŞ de cîh girtine, tevî biryara parlemana ya dijî kiryarên leşkerî.

Berdevka Serokwezîrê Britanî David Cameron, Helen Bower li ser wê yekê bi rojnamevan re peyîvî.

Bower got, Cameron dizanîbû ku pîlotên leşkerî di êrîşan da cîh digirtin, Brîtanya bi xwe êrîşên esmanî li Sûrîyê pêk nayîne.

Bower dîyar kir ku Brîtanya ligel hevalbendên xwe xwedîyê peywendîyeke nêzîk e û carna jimareke biçûk ya personelên Britanî di bin fermana welatên mêvandar de dixebitin.

Wê got ku li Sûrîyê jî kêmtir ji 10 pîlotên wan di êrîşên wiha de cîh girtine.

Piştî eşkerebûna rola firokevanên Britanî, hin qanûndanêr bang li wezîran kir li ser rewşê pirtir agahî bidin bîragiştî.

Hêjayî bîrxistinê ye, qanûndanêrên Britanî sala çûyî di dengdanekê de biryar dabûn ku hikûmet li Îraqê êrîşên esmanî dijî DAIŞ pêk bîne, lê ne li Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG