Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Konservatîf di Hilbijartinên Brîtanî de Serketî Bû


Partîya Konservatîf ya Serokwezîrê Brîtanya David Cameron, di hilbijartinên parlemanî de, serkeftineke zelal dest xist.

Piştî dîyarbûna encamên hilbijartinê, nav partîyên opozîsyonê daxwaza guhertina rêbertî bilind dibin.

Serokê Partîya Karkeran Ed Miliband îro Înê ragihand ku ew dest ji karê xwe ber da.

Dîsa, rêberê Demokatên Lîberal Nick Clegg û yê UKIP ya dijî koçberan Nigel Farage îro karvekêşana xwe ragihand.

Di hilbijartinan de Partîya Netewî ya Skotlandî (Îskoçî) yas serxwebûnxwaz serekftineke neçaverekirî dest xist û pirtir jî 50 kursî qezenc kir. Partîya Karkeran li Skotlandê jî şikestineke mezin xwar û j qada sîyasî hinda bû.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîr Cameron kempeyna xwe ya hilbijartinê ser soza helêna referanduma ser mayîn yan derketina ji Yekîtîya Ewrupa ava kiribû û hin pispor serkeftina Partîya Konservatîf bê wê yekê ve girê didin.

XS
SM
MD
LG