Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Darbeya Têkçûyî 3 General li Burundi Hatin Girtin


Serok Pierre Nkurunziza vedigere Burundi
Serok Pierre Nkurunziza vedigere Burundi

Karbidestên Burundiyî dibêjin, wan 3 kes bi girêdayî darbeya leşkerî ya dijî Serok Pierre Nkurunziza ya roja Çarşemê desteser kirin.

Alîkarekî serokê Burundi îro Îmîyê ji rojnamevanan re got ku ew kesên girtî general in ku di hewila darbeyê de cîh girtine, lê wî da zanîn ku rêberê wê hewlê Godefroid Niyombare ne di nav wan kêsan de ye.

Li ber e Serok Nkurunziza îro gotareke pêşkeşî gelê xwe bike.

Tê ragihand ku kolanên paytaxt Bujumbura, piştî tundîya navbera hêzên hevrik ya du rojan îro Înîyê aram in.

Nkurunziza do ji Twitterê ragihandibû ku ew vegerîya Burundi û kontrola welêt di destê wî de ye.

Derengîya Pêncşemê ser navê rêberên darbeya têkçûyî General Cyrille Ndayirukiye pênasînê kir ku hewila serketî nebû.

XS
SM
MD
LG