Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çad Dibêje 11 Leşkerên Wê li di Şerê Dijî Boko Haram de Hatin Kuştin


Leşkerên Çadî û Nîjeryayî dijî boko Haram di operasyonê de ne
Leşkerên Çadî û Nîjeryayî dijî boko Haram di operasyonê de ne

Jêderekî leşkerî li welatê Çad dibêje, mîlîtanên rêxistina Îslamî ya terorîst Boko Haram, danê sibehê êrîşî bingeheke leşkerî ya artêşê Çad kirin û 11 leşker kuştin.

Gumana karbidestan ew e ku çekdarên rêxistina Boko Haram ya bingeha wê li Nîjeryayê bi vê êrîşê rabûbe.

Jêdera leşkerî ji rojnamevanan re got, 17 çekdarên Boko Haram jî di wê pevçûnê de hatin kuştin.

Çad di hêza hevbeş ya dijî şerê Boko Haram de welatekî sereke ye. Hêzên wî welatî demeke zûtir ya vê salê alîkarîya Nîjeryayê kiribû ku hinek deveran ji destê Boko Haram derxîne.

Hêjayî balkişandinê ye, êrîşên rêxistina Îslamî yên vê dawîyê ne tenê li Nîjerya, lê li Çad, Nîjer û Kamerun jî zêde bûne.

XS
SM
MD
LG