Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Rêxistineke Îslamî bi Xwepêşandanekê Banga Xîlafetê Dike


Rêxistineke îslamî ya bi navê Hizb-ut Tahrir ku doza avakirina xîlafeta îslamî dike, li Stenbolê bi xwepêşandanekê bangewazîya xîlafetê kir.

Alîgirên Hizb-ut Tahrîrê anku Partîya Rizgarîyê piştî nimêja roja înîyê ji mizgefta Fatîh a Stenbolê bi dirûşmên ‘Xîlafet û Tekbîr’an’ heta parka Saraçhaneyê meşîyan.

Berpirsekî Hizb-ut Tahrîrê li Tirkîyê Mahmut Kar, ji alîgirên xwe re daxuyanîyeke ku ji 25 rûpelan pêk dihat, xwend.

Di daxuyanîya vê rêxistina ku li Tirkîyê dijî yasayan kar dike de, bangewazî hate kirin ku li seranserê dinyayê rejîma xîlafeta îslamî were ava kirin.

Di vê xwepêşandanê de wiha hate gotin: “Bangewazîya ewil li 17’ê Tebaxa 1969’an hatîye kirin. Cara diduyan jî li 2’yê îlona 2005’an bangewazîyek hatîye kirin ku bangewazîya îro ya Stenbolê jî jî bangewazîya xîlafetê ya berî dawîyê ye.”

Peyîvdarê rêxistinê Kar herwiha îdia kir, welatên rojavayî dijîtîya îslamê dikin û kesên xebata xîlafetê dikin jî wekî dijmin dibînin.

Her çiqas Hizb-ut Tahrîr li Tirkîyê wekî rêxistineke derveyî yasayan tê dîtin jî, di meha Adara 2015’an de dadgeheke Tirkîyê ji bo 17 endamên vê rêxistinê bi hinceta ku ne rêxistineke terorê ye, biryara betalkirina doza wan dabû.

Hizb-ut Tahrîr di sala 1953’yan de li Lubnanê hatiye damezirandin û li gor alîgirên wê, nêzîkî 50 welatan xwe bi rêxistin kiriye û bi awayekî eşkere doza xîlafetê dike.

ST_6_19_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00


***

Kerem kin li vê klîba kin ya xwepêşandanê temaşe bikin:

Xwepêşananda Alîgirên Hizb-ut Tahrir
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:10 0:00

XS
SM
MD
LG