În, 25 Meha Çar, 2014 Demê Xwecihî 03:04

Cîhan

NY Xema Xwe Ser Rewşa Komara Afrîkaya Navendî Dîyar Dike

x
Mezinahîya nivîsê - +
Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî xema xwe derbarê rewşa li Komara Afrîkaya Navendî (Central African Republic) dîyar dike ku çend komên serhildayan jimareke bajarok xistine bin destên xwe û gefe kirine ku serokê welêt ji desthilatê bavêjin.

Civata Ewlekarîyê, êrîşên van rojên dawî li bakurê rojhilata welêt roja Çarşemê bi daxuyanîyekê şermezar kir.

Civata Ewlekarîyê got, şer û pevçûnên derketî ser kesên sîvîl û aramîya Komara Afrîkaya Navendî xeterî derdixin.

Serhildayan roja Çarşemê destên xwe danîn ser bajarokê Kabo li bakurê welatê Afrîkî, rojekê piştî ku hêzên ji welatê Çad (Chad) ya cîran li ser daxwaza serokê Komara Afrîkaya Navendî Francois Bozize derbaz bûn da ku di şerê li dijî serhildayan de alîkarîyê bikin.

Herwisa Berpirsa Yekîtîya Afrîkayê Nkosazana Dlamini Zuma fikarên xwe derbarê vê rewşê dîyar kir û serhilda şermezar kirin.
Ev forume hate girtin.
Şîrove

Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
24.04.2014 14:00

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.