Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Êzîdî li Amedê bi Xemgînî Cejna Çarşema Sor Pêşwazî Kirin


Kurdên Êzîdî li kampa Amedê di xemgînîyeke kûr de ne
Kurdên Êzîdî li kampa Amedê di xemgînîyeke kûr de ne

Di Cejna Çarşema Sor de, li kampa Êzîdîyan ya li Amedê, ne şahî, lê xemgînîyeke mezin hebû.

Ji dilê mezinan nedihat ku cejnê pîroz bikin jiber ku hemî rûnştivanên kampê dibêjin heta keç û jinên wan di destê DAIŞ’ê de bin pîrozkirina cejnê li wan heram e.

Di vê cejnê de jî, wek cejna Hêkasor a Krîstîyanan hêk hatin pijandin û boyax kirin, zarok bi wan hêkan lîstin, lê şahî çênebûn.

Hevseroka Bajarvanîya Amedê Gultan Kişanak, Endamên Kongreya Civaka Demokratîk, berbijara HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca û Nûnera Federasyona Êzîdîyan di vê roja cejnê de li kampê amade bûn.

Hêjayî gotinê ye, jinên Êzîdî li meydanek kempê rûdiniştin û li ser keç û jinên destê DAIŞ’ê de, herwiha li mirîyên xwe zêmar û xerîbî digotin.

KHF_4_15_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:26 0:00

XS
SM
MD
LG