Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter: Daxwaza Me ya Vegera Şerê Sar Tune


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter û Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula von der Leyen
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter û Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula von der Leyen

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter îro Duşemê got, ne daxwazeke wan ya jibo vegera Şerê Sar, ne jî jibo nakokiyeke nû bi Rûsya heye.

Carter got, cezayên aborî li ser Moskowê bandoreke bihêz li hember “dijminahîya” Rûsya li Ukraynayê datîne.

Wezîrê Berevanî ya Amerîka di forumekê de li Berlînê ev axaftin kir. Di heman civînê de Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula von der Leyen amade bû.

Biryar e her du rêber derengîya Duşemê herin bajarê Muenster da ku ligel hevtayên xwe yên Norwecî û Hollandî kom bibin.

Birêz Carter got, di vê demê de ku welatên Rojava naxwazin bi Rûsya re bibin dijmin, eger pêwîst be ewê her berevanîya xwe bikin.

“Ukrayna tenê yek ji xemên me derbarê Rûsya ye. Wek bersîv, em rêbazeke stratejîk ya bihêz û balanskirî birêve dibin. Ev rêbaz dê piştrast bike ku Rûsya nikare kesî bi zorê vegerîne dema borî. Em di heman demê de bang li Rûsya dikin ku careke din berê xwe bide paşerojê.”

Wezîrê Amerîkî sibe Sêşemê ber bi Estonya ve diçe da ku civînan ligel wezîrên Berevanîya Estonya, Letonya û Lîtvanya pêk bîne. Ev her sê welat di qonaxekê de li jêr kontrola Moskow û Yekîtîya Sovyetê bûn.

Hêjayî bîrxistinê ye, Rojên Çarşem û Pêncşemê jî NATO kombûnên xwe li Brukselê pêk tîne, tê de mijara Rûsya û Ukrayna ya sereke ye.

XS
SM
MD
LG