Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Kongresê Wê Bibe Mijara Serekî ya Rêberên Leşkerî yên Amerîkî


Wezîrê Berevanî Carter û Serokê Hêzên Hevbeş Dempsey
Wezîrê Berevanî Carter û Serokê Hêzên Hevbeş Dempsey

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter û Serokê Hêzên Hevbeş General Martin Dempsey îro Çarşemê derdikevin pêş paneleke Kongresê ku stratejîya Serok Obama ya dijî DAIŞ binirxînin û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

Li ber e, Carter û Dempsey di rûniştina Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Nûneran îfade bidin, yek hefte piştî ku Obama şandina pirtir hêzên Amerîkî jibo şîretkirina artêşa Îraqê re ragihand.

Ew 450 şewirmendên nû wê li Anbar bi cîh bin, di hewleke jinûve standina bajarê Ramadî ji destê DAIŞ.

Serok Obama hember bangên şandina hêzên erdî ji Îraqê re guhê xwe girtîbû û li çûna wê, giranîya xwe dabû êrîşên esmanî.

Hêjayî gotinê ye di nav 10 mehên dawî de, li Îraq û Sûrîyê pirtir jî 4,500 êrîşên esmanî yên dijî DAIŞ hatin kirin.

XS
SM
MD
LG