Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter Îro ligel Netanyahu Kom Dibe


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter îro Sêşemê ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jibo gotûbêjan li Tel Avîvê kom dibe, hefteyekê piştî îmzekirina rêkeftina navokî ya Îranê ku Netanyahu bi tundî dijberiya wê dike.

Carter do Duşemê gotibû ku Îsraîl bingeha stratejiya Amerîka li Rojhilata Navîn e.

Di dema danûstandinên navokî de ligel Îranê, birêz Netanyahu li dijî wan axivî û hefteya borî got, rêkeftin “şaştiyeke dîrokî” ye.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî do Duşemê rêkeftina navokî bi piraniya dengan pesend kiribû.

Ew yek jî bû sedema bêtir rexneyan ji aliyê Balyozê Îsraîl li NY Ron Prosor ve ku ew bernivîs wek “trajedî” nav kiribû.

Ji aliyekî din ve, Balyoza Amerîkî li NY Samantha Power pesna Civata Ewlekariyê da, lê got ku rêkeftin xemên Amerîka derbarê Îranê tune nake.

Power da zanîn ku di nav wan xeman de, binpêkirinên mafên mirov, piştgiriya Îranê ji terorîzmê re û programa roketên balîstîk cih digirin.

XS
SM
MD
LG