Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter: Îsraîl Bingeha Stratejîya Me ya Rojhilata Navîn e


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter û Carter û Wezîrê Berevanî yê Îsraîlî Moshe Yaalon
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter û Carter û Wezîrê Berevanî yê Îsraîlî Moshe Yaalon

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter, piştî rêkeftina ligel Îranê, îro li Îsraîlê ye ku nerazîbûna Orşelîm kêmtir bike.

Carter di hevdîtina xwe ya ligel hevtayê xwe yê Îsraîlî Moshe Yaalon de got ku Îsraîl bingeha stratejîya Amerîka ya li Rojhilata Navîn pêk tîne.

“Rast e ku Rojhilata Navîn di rewşeke tevlihev û kêşebar de ye, lê em baş dizanin ku berjewendî û hevaltîya me ligel Îsraîlê gelek girîng e.”

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlî Moshe Yaalon jî spasîya Amerîka kir ku bo ewlehîya Îsraîlê alîkarîya wan dike.

Her du Yaalon û Carter çûn bakurê Îsraîlê ku rewşa sînorê Lubnanê ji nêzîk ve bibînin.

Caeter li ber e sibe Sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, ku rêkeftina bi Îranê wek şaşîtîyeke dîrokî nav kiribû, bicive.

XS
SM
MD
LG