Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd 1’ê Gulanê li Bajarê Batmanê Pîroz Dikin


Pîrozbajîya 1'ê Gulanê li Batmanê
Pîrozbajîya 1'ê Gulanê li Batmanê

Îro 1’ê Gulanê Cejna Kedkarên Cîhanê ye, li herêma Kurdan tenê li bajarê Batmanê (Êlih) wek mîtînga herêmî tê pîroz kirin.

Mîtîng ji alîye çar konfederasyonên sendîkayên karker û karmendan (KESK, TMOB, TTB, DISK) tê rêvebirin.

Ji bakurê Kurdistanê, ji Qersê heta Entabê, heta Colemerg û Wanê, karker û karmend, diçin Batmanê.

Nûnerê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) yê Amedê, Ramazan Kaval, ji Dengê Amerîka re pîrozbahîya îsal şîrove kir.

“Jiber ku Batman bajarek kedkaran e û navenda Kurdistanê de cî digire pîrozbahîya navendî li wir tê kirin. Kompanya Neftê (TPAO) dixwaze 800 karkeran ji kar derxe, sendîka jî bi biryara pîrozbahîya cejnê li Batmanê xwestin piştgirî bidin kedkaran.”

Kaval dîyar kir Kurd ji aqûbeta pêvajoyê di fikaran de ne û çareserîya pirsgirêka Kurd, jibo gel pir girîng e, lewma di mitîngê de wê peyamên aştîyê jî werin dayîn.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Kantona Kobanî Enwer Mislim jî beşdarê mîtinga li Batmanê dibe. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle jî di mîtîngê de wê li ser rewşa pêvajoyê peyaman bide.

KHF_5_1_15_1Gulane
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG