Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîpîn Îdîayên Çînê yên Ser Hemî Deryaya Başûrê Çînê Protesto Dike


Fîlîpîn îdîayên Çînê jibo hemû Deryaya Başûrê Çînê protesto dike, piştî ku wêneyek li ser pasportên Çînî yên nû vî tiştî dîyar dike.

Wezîrê Derve yê Filîpînê Albert De Rosario roja Pêncşemê got ku paçreyek ji hêrema Filîpînê û herêma deryayî di wêneyê de heye.

Ev demeke dirêj e ku her du welat di nav nakokîyekê de li ser herêmên Deryaya Başûrê Çînê ku bi hema bi piranî ji alîyê Çînê ve tê îdîa kirin.

Lê ji bilî Fîlîpînê, Vîyetnam, Brunei û Malezya jî li ser Deryaya Başûrê Çînê di nav nakokîyan de ne.

Dever nêzîkî 3.5 mîlyon kîlometeyên çarqorzî ye. Ew wekî yek ji rêyên deryayî yên herî girîng di cîhanê de tê zanîn. Ew herwisa bi bingehên masîgirtin û derfetên enerjîyê dewlemend e.
XS
SM
MD
LG