Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Çînê Xi Jinping: Jibo Me Pirsgirêka Ewlekariya Înternetê bi Cidî Ye


Serokê Çînê Xi Jinping, yê ku îro Sêşemê serdana Amerîkayê dike, dibêje ku hikûmeta wî pirsgirêka ewlekariya înternetê bi cidî distîne.

Jinping herwiha dibêje, tawankarên înternetê û hacker’ên divê li gorî qanûnên navnetewî werin cezakirin.

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku îro Sêşemê, wekî bersiv pirsên rojnameya Wall Street Journal re hatin dayîn, Xi got ku Çîn bixwe jî bûye qurbana êrîşên hackkirinê.

Wî herwiha red kir ku rola hikûmeta Çînê di dizîna pêzanînên derbarê karsazîyan de hebe.

Serokê Çînê got, “hikûmeta Çînî beşdarî çalakiyên bazirganî yên nepen bi ti hawayî nabe, ne jî piştgiriya kompanî û firmayên Çînî dike ku karên wisa bikin.”

Roja Duşemê, Şîretvana Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkî Susan Rice hişyarî da Çînê ku karê sîxoriya înternetê bi sponsoriya Pekînê, kelemeke sereke ye di astengkirina peywendiyên Amerîka û Çînê de.

Xanim Rice gotibû ku dive ev sîxortî were rawestandin.

XS
SM
MD
LG