Karbidestekî Tirk ji AP re ragihand ku berbijara partîya opozîsyonê Elif Dogan Turkmen li bajarê Edenê rastî êrîşeke çekdarî hat û niha li nexweşxanê ye.
Êrîşa îro, êrîşa sêyan e li Edenê ye ku hember sîyasetvanan têne kirin. Lê, walîyê wî bajarî Mustafa Buyuk got, êrîşa dijî Turkman a ji Partîya Gel ya Komarî (CHP) ne kiryareke sîyasî ye.
Hêjayî bîrxistinê ye, di avahîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya heman bajarî de peqînek bombeyî qewimîbû û 6 kes birîndar bibûn.