Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyon li Cizirê Qedîyan, lê Qedexe Hîn Didome


Li gor Ajanasa Nûçeyan a Dîcleyeyê (DIHA) di sê jêrzemînên sê avahîyên li taxên Cudî û Surê ji 149 kesên ku piranîya wan birîndar bûn, 71 kes hatin kuştin.

Peyamhinêrê DİHA'yê Cîhan Olmez li Cizîrê da zanîn ku jêrzemîna yekê ku 15 birîndar lêbûn, li taxa Cudîyê li kolana Bostiancîyê bû. Li wê avahîyê, ji bilî 7 meytan 15 jê birîndar, 24 kes hebûn.

“Li taxa Cudîyê li Kolana Narînê 10 cenaze, 52 birîndar hebûne. Hêzên ewlekarîyê sê roj berê operasyonek li ser avahîyê pêk anîn û ji wê jêrzemînê 29 meyt hatin derxistin. Dîsa di heman avahîyê de du roj berê 12 meyt hatin derxistin,” Olmez got.

Herwiha hat hînbûn ku roja Pêncşemê jî meytê 31 kesan rakirine nexweşxanê.

Di jêrzemîna li taxa Surê jî agahî hatîye sendin ku 45 birîndar hene. Lê di operasyonê de ji birîndaran 30 kes di operayonê de hatine kuştin, 15 birîndar jî li bendê ne ku werin rizgar kirin. Hêjayî balikişandinê ye ku ji wir ne mirî, ne birîndar tu kes nehatîye derxistin.

Meytê 29 kesan jibo otopsîyê şandine nexweşxanê Şirnex, Batman û Ruhayê. Di nav 8 meytên li Ruhayê, meytê Sultan İrmak û Fehmî Dinç ji alîye malbatê wan hatine teşhis kirin. Her du ciwan li jêrzemîna yekemin de di nav 15 birîndaran de bûn. Li gor agahîyan hemî meyt hatine şewitandin û perçe kirin.

Birayê Sultan, Cihan irmak got, meytê xwîşka wî hatîye şewitandin û ji platîna di hestîyê pişta wê de ew hatîye teşhîs kirin.

KHF_2_12_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:12 0:00

XS
SM
MD
LG