Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Operasyonên Ewlekarîyê li Cizîrê Qedîyan


Ajansa Reuters radigihîne ku hêzên operasyonê yên hêzên Turk li bajarê Cizîrê bi dawî hatin, lê qedexeya derketina kolanan hîn berdewam be.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkyê Efkan Ala îro Pêncşemê di kanala TRT de ragihand ku operasyonên li Cizîrê bi serketî qedîya.

Karbidestên Tirk di 14ê meha Berfanbarê de qedexa derketina kolanan ya 24 demjimêran li wî bajarî danabû da ku mîlîtanên PKKê, ku xendek kolabûn û barîkat danabûn, ji bajêr paqij bikin.

Hêjayî gotinê ye, di şerê navbera hêzên Tirk û PKK de bi dehan mîlîtan, leşker û polîs li Cizîrê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG