Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Awarte û Qedexa Derketinê li Cizîrê Didome


Bajarê Cizîrê
Bajarê Cizîrê

15 roj in ku li taxa Cudî ya Cizîrê 15 birîndar di xanîyek de asê mane û li hêvîya ambulansê ne.

Di xanî 31 kes hebûn, 7 birîndar dem ali hêvîya ambulasê bûn jîyana xwe jidest dan. 15 birîndar û 9 kes di wir de li hêvîya rizgarkirinê ne. Niha tu agahî ji wan nayê stendin.

Ji alîyê din ve, parlamenterê Amedê yê HDPê Îdris Baluken jî li ser Twittera xwe de îro dane sibê raihand ku li taxa Surê ya Cizîrê, di encama topbaranê de agir bi avahîyek ketîye û 9 kes li wir jîyana xwe jidest dane û 25 kes jî birîndar in.

Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî dibêje di hin ajansan de navê kesan belav bû, lê hîn wan jiber qedexeya heyî xwe negihandîye avahîyê.

Faysal Sariyildiz îfade kir k udi mesela birîndararn de jî rewş gelek xirab e û her carê hêzên ewlkarîyê bi teqîn û êrîşan çûna ambulansan asteng dikin.

Peyamhinêrê Ajansa DIHA'yê Cîhan Olmez jî derbarê agahîyên dawî de çend zanayrîyan parve dike.

Olmez dibêje serokê partîya meclisa gel Mehmet Tunç telefone Gun TV'yê dike û dide zanîn ku li taxa Surê agir bi avahîyek dikev û 9 kes dimirin 25 kes jî birîndar dibin.

Olmez dide xuya kirin rewşa giştî li bajêr gelek xirab e.

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu hat bajarê Mêrdînê. Serokwezîrê Tirkîyê di daxuyanîyek de gotibû ku her hefte wê nimêja xwe ya xutbê wê li bajarek herêmê bike.

Herwiha, Davutoglu li Mêrdînê paketek nû ya taybet li ser tekoşîna li dijî terorê û rewşa ewlehîya Bakurê Kurdistanê dê ragihîne.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin:

KHF_2_5_16_Cizre
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00

XS
SM
MD
LG