Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sariyildiz: Sûcên Dij Mirovahiyê li Cizîrê Tên Kirin


Faysal Sariyildiz
Faysal Sariyildiz

Parlemanê Şirnexê ji lîsta partiya kurdan HDPê, Faysal Sarîyildiz li ser rewşa aloz ya Cizîrê pêzanînên dawiyê dide Dengê Amerîka.

Li Bajarê Cizîrê grupeke 30 kesî ku, piraniya wan birîndarin di jêrzemînekê de asê mane, leşkerên tirk nahêle ne ambulans ne jî alîkariyek mirovahî jibo wan bê şandin.

Doh di tomareke dengî de ku, bi riya telefonên di navbera grupa di avahî de û hind endamên HDPê de derketbûn, di dema têkilyên telefonî de, dengê gullebarandin û pevçûnan dihat bihîstin, lê piştî qotbuna têkliya telefonî hîç pêzanîn derbarê birîndarên di avahî de nayên girtin.

Endamê Şirnexê yê Parlemanê Tirkyê ji partiya HDPê , Faysal Sarîyildiz jibo Dengê Amerîka da zanîn ku grupeke jinên aştiyê xwe gihandbun avahî, lê wan dî ku, avahî biserhevde ketiye û wêran buye.

Faysal Sarîyildiz di hevpeyvîna jibo Dengê Amerîka de dibêje" Li Herêmê sûcên dij mirovahiyê tên encamdan, birîndar tên kuştin, nahêlin ne alîkariyên xwarin, derman û ambulans ji wan re bên şandin, tê texmîn kirin ku her hemû bên înfaz kirin".

Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de ye.

Hevpeyvîn li gel Faysal Sariyildiz
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:51 0:00

XS
SM
MD
LG