Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Cizîrê Rewş Aloz E, Sîvîlên Asemayî Benda Ambulansê Ne


Şer û pevçûn û qedexa li ser Cizrî didome. Qedexa çûnhatinê di roja 48’an de ye.

Pênc roj in ku li taxa Cudî ya Cizîrê 28 birîndar li nav xanîyekî, tî û birçî li hêvîya ambulansa ne ku herin nexweşxanê. Heta niha ji wan 5 birîndar jîyana xwe ji dest dane.

Parlamanterên HDPê li Enqerê çend roj in bi rayedaran re hevdîtinan dikin. Biryar hat dayîn ku ambulans here birîndaran bîne, lê her carê jiber teqînên giran ambulans nikare here cîhê birîndaran.

Parlamanterên HDP li avahîya Wezareta Karê Nevxweyî dest bi çalakîya birçîbûnê kirin û dibêjin ku birindaran ji mirinê re hîştine.

Me roja Çarşemê peywendî ligel Serokê Meclîsa gel ya Silopî Mihemed Tunç danî ku ew jî di nav birîndarande ye. Tunç da zanîn ku rewşa birîndaran giran e û zarok jî di nav de hene.

Wilayeta Şirnexê do bi daxuyanîyekê ragihand ku PKK rê nade ambulans bigehijin taxê. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sarîyildiz got, ev îdia ne rast nav kir.

“Li wê taxê pevçûn tuneye û wesayitên zirxîn yên polîs û leşkeran hene. Ew jibo çavtirsandinê çekan ber didin taxê,” Sariyildiz got.

KHF_1_28_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:18 0:00

XS
SM
MD
LG