Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Tirkîyê Dike ku Vekolîna Kuştina Sîvîlan li Herêmên Kurdan Bike


Rojnamevan Refik Tekin
Rojnamevan Refik Tekin

Berpirsê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Zeid Raad al-Hussein îro Duşemê bang li Tirkîyê kir ku vekolînê ser îdiayên gulekirina sîvîlên bê çek li başûrê rojhilata welêt bike, piştî ku dîmenên şokkirî di înternetê de hatin weşandin.

Al Hussein herwiha xema xwe li ser rewşa kameravanê IMC TV Refik Tekin dîyar kir ku di gulebarandinê de, li bajarê Cizirê birîndar bûbû.

Wî bal kişand ku Tekîn dema ji nexweşxanê derkeve rûbirîyê cezaxwarinê ye, bi îdiayan ku ew endamê PKK ye.

Vîdyoya behskirî nîşan dida ku komeke sîvîlan, bi alaya spî destê wan de, termê sîvîlek radikirin, dema ew rastî gulebarandina hatin. Rojnamevan Tekin jî birîndar bûbû, lê wî bi berdewamî kamera xwe dixebitand û tomar dikir ku çawa xun li pêş wî diherike.

Karbidestên Tirk li Cizirê û jimareke bajerên din qedexa derketina kolanan danaye da ku mîlîtanan ji deverên bajarî li başûrê rojhilat, ku piranîya gelê wê derê Kurd in, derxînin.

Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TIHV) dibêje, ji meha Tebaxê vir ve, 39 ji wan zarok, herî kêm 198 sîvîl li deverên şer lê heye, hatine kuştin.

***

Vîdyoya ku NY behs dike li vê derê ye: https://www.youtube.com/watch?v=-6bKXZ5E0II

XS
SM
MD
LG