Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameya Cumhuriyet jiber Weşandina Wêne û Dîmenên MITê Bin Lêpirsînê de ye


Ajansa AP radigihîne ku dozgerîya Stenbolê lêpirsîneke derbarê rojnameya Cumhuriyet vekir, bi sedema ku wê wêne û dîmenên qamyonên bi çek û cebilxane dagirtî, weşand.

Rojnameya Cumhuriyet îdia dike ku foto û dîmen îsbat dikin ku Sazîya Îstixbaratî ya Netewî ya Tirkîyê (MIT) wan sîlahana dibirin tundrêyên Sûrîyê.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê nivîsî ku sernivîskarê Cumhuriyet'ê Can Dundar, bi sedema binpêkirina qanûna dijî-terorê di bin lêpirsînê de ye.

Rêvebirên Cumhuriyetê dibêjin, foto û vîdyoyên bûyera meha Rêbendana 2014 nîşan dida, dema karbidestên xwecîhî konvoyekê sekinandibûn û karbidestên MIT'ê jî dixwest rê li ber wê yekê bihêle.

Karbidestên hikûmeta Tirkîyê bi pêgirî digot ku di nav qamyonan de alîkarîya mirovahî hebû û lêgerîna ku hate kirin, beşeke komployeke dijî wê ye.

XS
SM
MD
LG