Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Çînî Red Dike Ew Êrîşên Înternetî Pêk Tîne


Wezareta Berevanîya Çînî raporteke kompanyeke Amerîkî red dike ku artêşa Çînî bi rêvebirina êrîşên înternetî anku cyber-attack li dijî armancên Amerîkî tawanbar dike.

Daxuyanîyeke wezareta berevanîyê îro Çarşemê got, artêşa Çînî ti car piştgirî li êrîşên înternetî nekirîye. Wezareta berevanîyê got, raporta kompanya Mandiant ne li ser bingeha rastîyê ye.

Şîrketa Mandiant dibêje, vekolîna wan derxist pêş ku yekîneyeke nepenî ya Artêşa Rizgarîya Gel li paş wan êrîşên înternetî ye ku nêzîkî 150 armacên curbucir pêk anine.

Kompanya dide zanîn ku êrîşên wî rengî ji sala 2006’an vir ve didomin û armanca piranîya wan êrîşan jî Amerîkî ne.

Qesra Sipî yekser şîrove li ser vê raprtê nekir, lê soz da ku hemî pîvanên pêdivî wergire ku torên Amerîkî biparêze û rê li ber êrîşên kompanyayên Amerîkî bigire.

Qesra Sipî herwiha ragihand ku ew kêşe bi karbidestên Çînî re hate gotubêj kirin û xem û fikara Amerîkî ji wan re hate ragihandin.

Hikûmeta Çînî berdewam înkar dike ku destê wê di êrîşên wiha de heye. Pekînê roja Sêşemê ragihand ku ew mexdura êrîşên wiha ye û hack-kirina kompîteran û êrîşên înternetî li dijî qanûna Çînê ne.
XS
SM
MD
LG