Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Qibrisî Bo Yekkirina Giravê Geşbîn in


Serokê Qibrisê yê Yunan Nicos Anastasiades û rêberê Tirk yê nûhilbijartî Mustafa Akinci
Serokê Qibrisê yê Yunan Nicos Anastasiades û rêberê Tirk yê nûhilbijartî Mustafa Akinci

Rêberên Yunanî û Tirk yên Qibrisê îro Înê danûstandinên bo yekkirina giravê domandin û nêrînên xwe pêşkêşî hev kirin.

Serokê Qibrisê yê Yunan Nicos Anastasiades û rêberê Tirk yê nûhilbijartî Mustafa Akinci di danûstandinên bi nevbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî de îro dîsa hatin ba hev.

Her du rêber gêşbînîya xwe li ser danûstandinan û pêşeroja Qibrisê û parastina berjewendîya tevahîya gelê giravê dîyar kir.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Espen Barth Eide, piştî hevdîtina ku çar seta dewam kir, derket pêş rojnamevanan.

Wî ragihand ku her du rêber geşbînîya xwe ser giheştina rêkeftinekê di encama danûstandinan de anîn zimên ku federasyoneke yekgirtî pêk bînin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Qibris ji sala 1974’an vir ve di navbera hikûmetên Yunaî û Tirk perçekirî ye, piştî ku hêzên Tirkîyê bakurê giravê dagir kirin.

XS
SM
MD
LG