Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Xwekujî ya DAIŞê de 2 Qumandarên Îraqî Hatin Kuştin


Karbidestên xwecîhî dibêjin, êrîşvanekî xwekuj yê DAIŞê otomobîla xwe ajot ser karwaneke leşkeri ya Îraqê û 2 qumandarên payabilind kuştin.

Karbidest dibêjin, êrîş îro Pêncşemê li bakurê Ramadî ya bin kontrola DAIŞ ku hêzên hikûmeta Îraqî çend meh in şerê wê koma tundrê dikin.

Daxuyanîya artêşa Îraqî ragihand ku General Abdulrahman Abu-Regheef û cîgirê fermandarê operasyonên Anbar, Sefeen Abdulmmagid di êrîşa DAIŞê de hatin kuştin.

Di êrîşê de jimareke nedîyar ya leçkerên din jî hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG