Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Davutoglu li Mêrdînê Bû


Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu li Merdînê ye
Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu li Merdînê ye

Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet davutoglu îro Înê hat Mêrdînê û li vir pakêtek nû ya taybet li ser “tekoşîna li dijî terorê” û bi rewşa ewlehîya herêmê ragihand.

Davutoglu bersiv da rexneyên ku dibêjin herêm di rewşa salên 90î de ye.

“Emê li hember gel bi merhemet lê li hember terorîstan bi qudret tevbigerin. Em bi vê sîyaseta xwe ji sîyaseta salên 90î û 12ê Îlonê cuda ne.”

Wî derbarê dexwaza heremên xweser de got “Li ba me herêmên cuda û xweser nîne. Welatek û paşerojek tenê heye.”

Davutoglu jibo aşitîyê got wê “Jibo aşitîyê dê bi tu alîyek re bazarîyê nekin”

Herwiha daxuyakirin ewê birîna hemû kesên ku mecbûr mane koç bikin, derman bikin û pêşerojek baş jibo hemuyan amade dikin.

Pakêta Davutoglu 10 beşan û ji 10 xalan pêk tê. Ji beşa psîkoljîk heta demokrasîye, ekonomi, û nûkirina tax û bajaran, çêkirina qanûn û yasayan herwiha biratîya millî beşên di nav pakêtê de ne.

Beşa yeke heyama psîkolojîk e. Wî got di vê beşê de ewê wekî berê wijdana gel û dewletê bigihînin hev. Wê cudahîyên di navbera gel û dewletê da ji holê rakin. Herwiha di cîyê hişmendîya cudakarîyê da hişmendîya gel a bihevrabûnê dê ava bikin.

Di vê çarçovê de jibo qanûna bingehîn ya nû jî wê xebat bidin destpêkirin.

Di heyama seferberîya civakî de tenzîm kirina zîyanên gel hene. Li gor vê beşa pakêtê xelqên ku di dema operasyon û qedexeyan de zîyan gihîştîye malê wan dê zîyana wan dê bê dayîn. Kirêya malê wan, herwiha mesrefa zîyana wan dê bê tenzîm kirin. Dibistanên ku xisarê dîtine dê bên nû kirin. Herwiha alikarîya maddî jî dê bidin xwendekaran.

Davutoglu dîyar kir jibo esnaf û dîkandaran jî dê çend reforman çêkin û banka, kredîyên bê faîz dê bidin esnafên li herêmê.

Davutoglu jibo rêvebirîyên herêmî jî got “Zagona Bajarên Mezin tê îstismar kirin. Emê erka rêvebiryên herêmî berfirehtir bikin lê emê rê nedin îstîsmaran û kontrola li ser şaredarîyan zêdetir bikin.”

Serokwezîrê Tirkîyê got “Kesên ku dixwazin bi me re biaxivin, em ê jî bi wan re biaxivin. Em bi wan kesên ku dixwazin di mijarekê da bi me bişêwirin, nîqaş bikin li meclisê û li derên azad, em dikarin nîqaşê bikin. Lê li hember ew kesên ku wek mogolan û zihnîyeta xaçparêzan tevdigerin, dixwazin nîfaqê bikin nav me, emê zimanê yekîtîyê û bihevrebûna gelê me li hember wan bikar bînin. Dema ku li hemberî yekîtî û hevjîyana me xetereyek çêbe yan gef lê were xwarinê, dile çiqas bi merhemet xezeba me jî ew çend giran be."

Serokwezîrê Tirkîyê got "Em wek civata wezîran seferberîyeke civakî îlan dikin da ku hemû jan û birîn bên derman kirin.”

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî îro li navçeya Mêrdînê li Qoser (Kiziltepe) axifî û derbarê pakêta nû ya ku serokwezîr rexne kir.

Demîrtaş got “Yek; gelê herêmê nîne, li vir gelê Kurd heye. Du; yên ku pêdivîya wan bi rehabilitasyona psîkolojîk heye ne Kurd in, zîhnîyeta AKPê ye.”

KHF_2_5_16_Davudoglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00

XS
SM
MD
LG