Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP Kongreya Xwe Dike ku Serokwezîrîya Davutoglu Erê Bike


Erdogan û Davutoglu bi hevre ne
Erdogan û Davutoglu bi hevre ne

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar li Tirkîyê, îro Çarşemê kongreya xwe awarte pêk tîne ku Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu wek serokê nû yê partîyê hilbijêre.

Davutoglu yê 55 salî, piştî ku bibe serokê AKP, wê şûna Recep Tayyîp Erdogan bigire û bibe serokwezîrê nû yê wî welatî.

Tevî ku Davutoglu dibe serokwezîr, tê çaverê kirin ku ew rê li ber Erdogan fireh bike ku berdewam Tirkîyê birêve bibe.

Wek tê zanîn, Erdogan di hilbijartina vê mehê de wek serokomarê nû yê Tirkîyê hatibû hilbijartin û li ber e ew sibe Pêncşemê sond bixwe û dest bi karê xwe yê nû bike.

Erdogan di kongreya partîya xwe de got, piştî sondxwarinê ew dê Davutoglu wazîfedar bike ku heta roja Înê hikûmeteke nû ava bike.

XS
SM
MD
LG