Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Em Bo Gêrkirina Firoka Rûsî Lêborînê Naxwazin


Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu dibêje ku welatê wî wê lêborînê ji Rûsyayê nexweze, jibo ku hefteya borî firokeke Rûsî li ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê anîbû xwarê.

Davutoglu, piştî hevdîtina ligel sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg, li Brukselê ji nûçegîhanan re got ku hêzên Tirk erkê xwe ya parastina qada esmanî cîh anî.

Davutoglu herwiha got ku ew bi hêvî ye ku Rûsya careke din pêdaçûnê li ser toleyên aborî yên hember Tirkîyê bike ku Putin wek bersîvdana gêrkirina firokê ragihandibû.

Li gor wan toleyên aborî, Rûsya derkirîna berhemên Tirk dijwartir dike, dirêjkirina kontrata Tirkên ku li Rûsya dixebitin qedexe dike û bandorên neyênî li ser şîrketên Tirk yên li Rûsya dike.

Hêjayî bîrxistinê ye, firoka Rûsî Sêşema borî li Sûrîyê ketibû nav devereke bin kontrola serhildayan.

XS
SM
MD
LG