Pêncşem, 24 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 10:36

Tirkîye

Rojeva Tirkîyê ya Sala 2012’an û Pirsa Kurd

x
Li Tirkîyê di sala 2012’an de, babeta sereke ya ku di sîyaseta navxweyî de, herî zêde gotûbêj li ser hatin kirin pirsa Kurd û berdewama şerê dijwar yê navbera artêşa Tirkîyê û serhildayên PKK’ê bû.

Di rêza diduyan de jî berdewama şerê li Sûrîyê hebû ku piştî Kurdan dest danî ser rêvebirîya bajarên xwe, karbidestên hikûmeta Tirkîyê ev wekî gefeke li dijî sînorê xwe nirxandin.

Ligel van her du babetan, têkîlîyên Tirkîyê di sala 2012'ê de, piştî kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê, bi rêvebirîya Herêma Kurdistanê re jî xurt bûn.

Di qada navnetewî de, reformên jibo pêşxistina demokrasîyê yên di çarçoveya nexşerêya Yekîtîya Ewropayê (YE) de, li gor salên berê qels man ku di raporên sazîyên Yekîtîya Ewropa (YE) de gelek rexne cî girtin.

Jiber girîngî û rola Tirkîyê di alozîya Rojhilata Navîn û Sûrîyê de, çavê karbidestên Amerîkî jî di sala 2012’an de li ser Tirkîyê bû ku bi taybetî jî Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton 5  caran serdana Tirkîyê kir.

ST_12_26_12
ST_12_26_12i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
23.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.