Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton û Sanders di Gotûbêja Wisconsin de Derketin Hember Hevdu


Du berbijarên Demokrat yên bo seroktîya Amerîka Hillary Clinton û Bernie Sanders do şev di gotûbêjeke din de li bajarê Milwaukee ya eyalea Wisconsin hatin hember hevdu.

Her du berbijar dîyar kir ku bi bawerîya wan li Amerîka nîjarperestîyeke rêxistinkirî li hember kesên ne Sipî re heye.

Sanders di axaftina xwe de banga reformeke radîkal di ware sîstema dadwerîyê de kir, bi sedema ku hêzên ewlekarîyê bala xwe pirtir didin civaka Reş û polîsan li hember heman tawanê, ji Sipîyan pirtir Reşan desteser dike.

Clinton jî got ku divê guhertina qanûnan bi afirandina derfetên nû yên kar û baştirkirina wargehên jîyanê pêk were.

Sanders li ser aborî jî got ku dijwarîyên aborî ku civakên Reş û yên li gundewaran rûbirû dibin, jiber şandina karên hilberînê li welatên wek Çînê ye ku ew jî bû sedema bêkar mayîna mîlyonan Amerîkîyan.

Hem Clinton hem jî Sanders piştgirîya xwe biryarên Serok Obama li ser koçberîyê dubare kir ku dersînorkirina koçberên neqanûnî yên xebatkar ne çareserî ye.

Hêjayî gotinê ye ku Clinton heta demeke nêzîk wek berbijara Demokratan ya bo hilbijartina seroktîyê dihat dihesibandin, lê di demên dawî de piştgirî ji Sanders re gelek pirtur bûye û taybetî hilbijêrên genc destekeke mezin didin wî.

XS
SM
MD
LG