Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Demîr: Biryarên Dadgeha Ewrupî Sîyasî Ne


Ew şeş meh in ku qedexeya derketina derva li bajarên Kurdan li Tirkîye didome. Jiber we yekê, gelekî sîvîl hatine kuştin. De heman demê de ji, parezêren mafên mirovan serî li Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan (ECHR) didin ku ew qedexeyan bên rakirin.

Ew herwiha hewl didin ku biryar bo ambulansan bê derxistin ku derbasî cîhên aloz bin, le, Tirkîye dibêje ambulans jiber erîşên serhildayên Kurd nikarin birîndaran rakin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de parezêr Ramazan Demîr li ser vê mijarê agahîyên balkêş dide.

“ECHR çend biryarên tedbîrê bo serlêdana wan derxistibûn, lê piştî ku serokvezîrê Tirkîye û serokên dadgeha bilind ya Tirkîye bi serokên EHCRê cîvî, dadgehê derxistina biryaran bo birindaran sekinand.”

Demîr helwesta dadgeha Ewrupî sîyasî dibîne û dibêje, dadgehê û sazîyên mafên mirovan ya cîhanî li ser rewşa Kurdan li Tirkîye bedeng in û ew bedeng ji dibe sedema sîvîlan.

Kerem bikin bo direjîya we hevpeyvînê linka jerîn klîk bikin.

Ramazan Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:27 0:00

XS
SM
MD
LG