Yeşem, 19 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 17:57

Tirkîye

Abdullah Demîrbaş: Ez Hêvîdar im ku Pirsa Kurdî Çareser Be

x
Mezinahîya nivîsê - +
Serdana şandeya BDP'ê ya Grava Îmrali'ye, nameya Ocalan ya jibo BDP'ê û Qandîl'ê di rojêva Tirkîyê de cîhekî girîng digire.

Gelek televîzyon û malperên bi bernameyên xwe vê mijarê tînin pêş temeşevan û xwendevanên xwe.

Kurd jî bi hestên tevlihev vê pêvajoyê dişopînin. Li alîyekî ew bi hêvî ne ku pirsa Kurdî ya sedema gelek êş û birînan bikewe û çareserîyeke rewa were dîtin. Bi alîyekî din ve, xem û tirs li nav Kurdan heye ku hikûmeta Tirk Kurdan dixepîne.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de bajarvanê Sur'ê Abdullah Demîrbaş li ser vê prosesê û helwesta hikûmeta Tirk dinirxîne.

Birêz Demîrbaş dibêje, ew li gor do, îro pirtir bi hêvî ye û ji dil dixwaze ku pirsa Kurdî çareser be.

Şaredarê Sur, Demîrbaş bal dikşîne ku operasyonên leşkerî şik û gumana gel xurt dike ku dibe ku hikûmet ne ji dil û samîmî be”

Hevpeyîn_Abdullah_Demirbaş_RR
Loading
12:00:00 / -:--:--





Abdullah_Demirbaş_MC
Loading
12:00:00 / -:--:--
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--