Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fehîm Işik: Girîng e ku Demîrtaş bi Nasnameya Kurdî Hilbijartinê de Cîh Digire


Demeke kin ji hilbijartinên serokomarîyê li Tirkîyê re maye ku di 10'ê Tebaxê de bêne kirin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser navê CHP, MHP û çend partîyên biçûktir Îkmeleddîn Îhsanoglu û li ser navê Kurdan û derdorên din yên pêşverû jî, Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş tev li hilbijartinan dibin.

Di vê demê de ku her sê berbijarên hilbijartinê xebatên xwe yên propogandayî didomînin, hemwelatîyên Tirkîyê ku li dervayê welêt in, do Pêncşemê dest bi dangdanê kirin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de nivîskarê Kurd Fehîm Işik nêrîn û çavdêrîyên xwe li ser vê hilbijartinê bi guhdarên me re parve dike.

Birêz Işik balê dikşîne ku cara yekê ye serokomarekî Tirkîyê yekser, ji alîyê gel ve tê hilbijrtin.

"Berê serokomar ji hêla parlemanê ve dihat hilbijartin, lê niha dîrek gel hildibijere. Ev sîstema nû, bêguman, heyecanekê bi xwe re tîne."

Işik girîng dibîne ku sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş, bi nasnameya xwe ya netewî di hilbijatinê de cîh digire.

"Birêz Demîrtaş bi nasnameya xwe ya Kurdî, bi awayekî eşkere xwe kir namzed û polîtîkeyeke berfireh dimeşîne. Ew yek xwedî maneyeke taybet e jiber ku Kurd niha di asta hemî Tirkîyê de sîyasetê dikin."

Işik geşbînîya xwe dîyar dike ku Selahattîn Demîrtaş di hilbijartinê de dengekî girîng bistîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:54 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG