Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Şerên li Herêmên Kurdan Bûye Pirseke Navnetewî


Selahettin Dermitaş hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan(HDP), ku weke partiya kurdan tê dîtin, sêyemîn partiya herî mezine li Tirkiyê hişyariya berfirehbûna şerê li herêmên kurdan li Tirkiyê dide, dibêje ev şer dê Suriyê jî vegire û buye pirsgirêkek navnetewî bang li hevpeymanan kir da ku agirbestek lezgîn bê ragihandin.

Tirkiye ku, weke endama NATO û weke dixwaze bibe endama Yekêtiya Ewrupa, alozî hene û herêmên kurdan weke herêma şer hatiye ragihandin.

Derherqî van aloziyan Demirtaş jibo ajansa Reuters got" Pêwîste derhal civaka navnetewî bang li herdu aliyan, hem li dewleta Tirk û hem li şervanên PKK bike da ku agirbest pêk bê û sinorek jibo van şer û pevçûnan bê danîn, divê Civika Navnetwî vê bangê derhal û her tim dubare bike". Weke Demirtaş hevserokê HDP jibo ajansa Reuters ragihand.

Demirtaş herwiha red dike ku, partiya wan HDP dest ligel şervanan hebe û beşek be ji wan şeran, Demirtaş dîsan gote ajansa Reuters, di êrîşên hêzên ewlekariya Tirkî de liser herêmên kurdan zêdetirî 200 sivîl hatine kuştin, ji wana 70 zarokin herwiha Demirtaş da zanîn, êrîşên leşkerê Tirk bandora xwe liser sed hezaran kesên sivîl hiştiye û bi hezaran malbatan mal û milkên xwe berdane.

XS
SM
MD
LG