Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Demokrat yên Seroktîya Amerîkî Îşev Derdikevin Pêş Hilbijêran


Berbijarên Demokrat yên bo seroktîya Amerîkî îşev di gotûbêja televîzyonî de tên hember hev ku nêrîn û projeyên xwe pêşkêşî hilbijêran bikin.

Gotûbêja yekê ya Demokratan îro li bajarê Las Vegas ya eyaleta Nevada tê kirin û televîzyona CNN wê bernamê bi zindî diweşîne.

Wezîra Derve ya berê Hillary Clinton di pirsnameyên civakî de di rêza yekê de xuya dibe û Senatorê eyaleta Vermont, Bernie Sanders jî di rêza duyê de ye.

Di anketan de piştgirîya Clinton dora % 40, ya Sanders jî % 25 e.

Berbijarên din yên Demokrat ku tev li gotûbêja îşev bikin ev in: walîyê berê ya eyaleta Maryland Martin O'Malley, Senatorê berê yê eyaleta Virginia Jim Webb û Senatorê berê yê Rhode Island Lincoln Chafee.

Hêjayî balkişandinê ye ku di anketan da rêjeya wan her sê berbijaran nagiheje % 1.

XS
SM
MD
LG