Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrişên Mizgeftan De Li Pakistanê, 70 Kes Hatin Kuştin

Karbidestên Pakistanî dibêjin milîtanên berguman êriş bire ser du mizgeftên Ahmedîyan, ku kêmanîyek Misilman in, li bajarê Lahor li bakûra rojhilata Pakistanê. Di ecama vê êrişê de, 70 kes hatin kuştin.

Polîs dibêjin çekdar bi narincokan êriş kire ser mizgeftan, demek kurt piştî nivêja roja Înî destpêkir. Tê ragihandin, zêdeyî 80 kes birîndar bûn.

Polîs û êrişberan li wan mizgeftan ku li du taxên Laroh in, bi navê Garhî Şahu û Model Town, gule barandin hevdu.

Bi kêmî ve êrişberek hat kuştin û du kesên din hatin desteser kirin. Karbides dibêjin dema polîs çûne mezgefteke, sê çekdaran xwe peqand in.

Ahmedî kêmanîyek Misilman in ku rûbirû zordarîyek tund bûyne, lê ti caran ne bi vî awayî. Pakistan, li jêr fişar û givaştina Misilmanên Sunî li salên 1970’an, biryar da ku Ahmedî ne kêmanîyek Misilman in û berbend kir ku ew xwe wek Misilman bi nav bikin.

XS
SM
MD
LG