Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Dilxwaz û Danûstandina Ne Zelal ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wan


Piştî êrîşên DAIŞê li ser Kurdistanê û dengvedana tawanên wê grubê li ser asta navnetewî, jimareke mezin ji bîyanîyan wek dilxwaz serdana herêma Kurdistana kirine û peywendî ligel hêzên Pêşmerge danane.

Di nav dezgehên ragihandinê yên navxweyî û derve de jî, hatina van dilxwazan li nav rêzên Pêşmergeyan, dengvedaneke berçav bidest ve anîye. Lê, kêm behsa wê yekê tê kirin ka hikûmeta Kurdistanê çawa danûstandinê ligel van kesan dike.

Cebar Yawer, emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge ji Dengê Amerîka re got, ev şervanên bîyanî wekî welatîyên dilxwaz hatine nav refên Pêşmerge û çi peywendîya wan bi wezareta Pêşmerge nîne. Yawer behsa wê yekê kir ku qanûnên wezareta Pêşmerge rê nade ku çi peywendîyeke fermî bi wan dilxwazên bîyan re were kirin.

Derbarê çavkanîyên darayî jibo wan dilxwazan, tê gotin wezareta Pêşmerge bi şêweyekî ne fermî alîkarîya wan dike, Cebar Yawer red kir ku wezareta wî çi alîkarîya darayî yan leşkerî bi wan re kirine.

Wî got, “çi agahî li cem me tune ne derbarê çavkanîyên darayî, rahênan, û leşkerî yên van kesan, ji ber ku ev dilxwaz ne bi rîya wezareta Pêşmerge hatine, lê belê bi awayekî ne fermî û dilxwaz hatine.”

Helgurd Hikmet, berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Dengê Amerîka re ragihand ku wezareta wan “agahîyeke taybet” derxistîye jibo çawanîya danûstandinê ligel dilxwazên bîyanî, bi şêweyekî ku wan heman mafên Pêşmergeyên normal hene, çi li haleta birîndarbûnê yan jî li haleta “şehîdbûnê.”

Di dirêjahîya hevpeyvîna xw jibo Dengê Amerîkayê, Helgurd Hikmet ragihand, “di dema birîndarbûn yan kêmendambûnê de, hemû mafên wan wekî Pêşmerge dibe, wekî çareser û mûçe. Herwiha, em mûçeyan vediqetînin jibo malbatên şehîdan.”

Tariq Ehmed, cîgirê fermandarê Pêşmerge li Kerkûkê, salixdana alîkarîya wezareta Pêşmerge jibo dilxwazan piştrast kir û ji Dengê Amerîka re got, jibo van dilxwazên bîyanî cihê razanê û çek hatine peyda kirin.

Derbarê celebên çekan, Tariq Ehmed got, “tivingên Kaleşnîkov bo wan ji alîyê Wezareta Pêşmerge ve hatine dabîn kirin.”

Ehmed ragihand, “ji sedî 95 ji van şervanên bîyanî peywendî bi hêza wî re dikin, taybetî jî bi rêya malperên medyaya civakî wekî Twitter, Facebook û Viber."

Wî herwiha got, “min jimareke agahî derbarê hatina van şervanên dilxwaz bo Kurdistanê li ser rûpela we ya Facebook belav kiriye. Me peywendî ligel dezgehên polîs û yên zanyarî li welatên ku ew jê tên, hene.”

Derbarê alîkariya diravî, birêz Tariq Ehmed dibêje, “em tenê cih û xwarinê didin wan dilxwazan. Me ti pere jibo wan terxan nekiriye. Gelek caran ew ji bêrîka xwe kelûpelan dikerin û gava vedigerin welatê xwe wan jibo Pêşmergeyan dihêlin.”

Çawanîya dirêjkirina dema qanûnî ya dilxwazan ji alîyê rêvebirîya niştecîbûna welatîyan ji Hewlêr û Silêmanî ne eşkere ye.

Li gorî yasayên hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev welatîyên bîyanî ku serdana herêmê dikin, pêwîst e piştî du hefteyan ji rêvebirîya niştecîbûnê, jibo dirêjkirina vîzeya wan, daxwazekê pêşkeş bikin. Yek ji mercên qanûnî yên sereke jibo qebûlkirina dirêjkirina vîzeyan ew e ku ev dilxwaz ji alîyê dezgehekê yan rêxistinê ve were sponsor kirin.

Dengê Amerîka hevpeyvîn ligel çend dilxwazên bîyan pêk anîye. Ew behsa wê yekê dikin ku dezgehên wezareta Pêşmerge, jibo dirêjkirina dema mana wan li Kurdistanê bo bêtirî şeş mehan, hevkarîyê bi wan re dikin.

Şêx Yadîgar, rêvebirê dezgeha niştecîbûna Hewlêrê ji Dengê Amerîka re got, “yekîneyên rêvebirî û yekîneyên leşkerî li nav wezareta Pêşmerge piştgirîya mayîna van dilxwazan dikin.”

Lê Cebar Yawer van gotinan red dike û tekez li ser vê yekê dike ku wezareta Pêşmerge çi peywendî bi van dilxwazan nîne.

“Ne belge, ne serjimartin, ne piştgirî, ne jî tiştek ji me wernegirtine. Me qet peywendî bi wan nine,” Yawer dibêje.

Li gorî agahîyên Dengê Amerîka, beşek ji faktorên ne zalal yên danûstandina wezareta Pêşmerge di vê meselê de vedigere ku piranîya wan dilxwazan ji Amerîka yan jî Ewrupa, ku peywendîyên wan yên bi van welatan re heye. Ev welat ji çûna welatîyên xwe bo şerê DAIŞ hez nakin. Wekî mînak, welatê Australya cezayên giran dide welatîyên xwe ku jibo şerê DAIŞê diçin Sûrîye û Îraqê.

Derbarê vê mijarê, Dengê Amerîka peywendî bi nûnertîya hikûmeta herêma Kurdistanê li Washington kir, lê wan red kir ku ti axaftinê di vê derbarê de bidin.

Faktorekî din ji vê ne zelalbûnê derbarê çekdarên dilxwaz vedigere bo kevnbûna qanûnên wezareta Pêşmerge ku qet behsa çawanîya danûstandina ligel çekdarên dilxwaz nake.

Helgurd Hikmet, berdevkê wezareta Pêşmerge, di vî derbarî de ji Dengê Amerîka re got, wezareta Pêşmerge li ser wan qanûnan danûstandinê dike ewên ku berî şerê DAIŞ hebûn û çi qanûnek jibo dîyarkirina çawanîya danûstandinê ligel dilxwazan tune. Wî ragihand, “ev rewşeke awarte ye ku di encama şerê DAIŞ de hatiye holê.”

Hikmet herwiha got, li Kurdistanê ji pêvî dilxwazên bîyan, jimareke mezin ji dilxwazên xwecihî yên Kurd jî hene. Ew jî wezaret bi fermî danûstandinê bi wan re nake. Li gorî gotinên wî, “li nav wezareta Pêşmerge boçûn hebûn ku ev dilxwaz bi rêxistin bikin û mûçeyan bidin wan, lê ev tenê boçûn bûn û neketin warê cîbicîkirinê, çimkî derkirina qanûnekê jibo vê mijarê pêwîstî bi biryareke sîyasî heye.”

***

Raport: Rikar Hussein

Werger: Sîrwan Qiço

Vîdyo: Ahmed Zêbarî

XS
SM
MD
LG